Nasnameya 11 Kurdên li Îranê jiyana xwe ji dest dan hate eşkerekirin
Nasnameya 11 Kurdên ku di êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê de jiyana xwe ji dest dan hate eşkerekirin.
Nasnameya 11 Kurdên ku di êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê de jiyana xwe ji dest dan hate eşkerekirin.
Li gorî ajansa Rojnewsê, di encama êrişên ezmanî yên Îsraîl-DYE yên li ser Îranê de gelek welatiyên Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku nasnameya 11 welatiyan eşkere bûne. Welatî li bajarên mîna Bokan, Dîwandere, Merîwan û Hemedanin.
Welatiyên hatine qetilkirin navê wan wiha ne: Semîra Şerîfî, Ferîdûn Emînî, Hamid Seîdî, Suleman Melaweys, Mîran Celîlawî, Ferzad Bazgan, Karan Bazgan, Şayan Mam Selîmî, Erdelan Pakdalî, Peyman Îrfanî, Sirûş Salar Eşayîrî.